Rapora salane ya du rêxistinên mafê mirovî li ser rewşa Îranê nîşan dide ku di sala 2022an de herî kêm 582 kes ji aliyê sîstema dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine îdamkirin ku li gorî sala borî ji sedî 75 zêdetir e.
Li gorî panizdehemîn rapora hevpar a salane ya “Rêxistina Mafê Mirovî ya Îranê” û “Bihevre Li Dijî Cezayê Darvekirinê”, amara ew kesên ku di sala 2022an de li Îranê hatine darvekirin, di heyama 7 salên derbasbûyî de zêdetirîn amar e.
Li gorî wê raporê, herî kêm 288 kesên hatinî darvekirin wate ji sedî 49ê îdaman in ku bi tohmeta qetilê hatine cezadan ku di heyama 15 salên borî de bilindtirîn amar e.
Di wê raporê de îşare bi girtina xwenîşandêrên di şoreşa “Jîna”yê de û derxistina cezayê darvekirinê ji bo kesên girtî hatiye kirin. Herwisa îşare bi 4 kesên hatinî îdamkirin kiriye û nivîsiye: “Bertekên navneteweyî yên tund, nûnerên xwebexş ji parlemanên welatên cuda wek kefaleta siyasî ji bo rizgarkirina xwenîşanderên ku cezayê darvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, her wiha tehrîma wan kes û demûdezgehên ku destê wan di serkutê de hebûye, nirxa siyasî ya darvekirina xwenîşanderan zêde kir.”
Li gorî datayên hatinî berhevkirin, ji sedî 30 hemû kesên hatinî îdamkirin, girtiyên belûc bûne. Herwisa di nava 10 salên borî de piraniya ew girtiyên ku bi tohemeta ewlehiyê hatine darvekirin ji netewên Kurd, Ereb û Belûc bûne.