Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di êrîşên esmanî yên Îsraîlê bo ser Sûriyê çend çekdar hatine kuştin û birîndarkirin

10:57 - 2 Gulan 2023

Balafirên şerker yên Îsraîlê di dawî êrîşa xwe de balafirxaneya bajarê Helebê li Sûriyê kire armanc û di vê êrîşê de 7 çekdar birîndar bûne û çendîn çekdarên din jî hatine kuştin.

Medyayên fermî yên Sûriyê şeva Sêşemî 12ê Banemerê belav kirin, ku roja 11ê Banemerê, Îsraîlê di êrîşek esmanî de başûrê rojavayê bajarê Helebê, balafirxane û çendîn xalên din yên vî bajarî bi mûşekan kirine armanc.

Rojnameya “El-weten” jî, belav kiriye ku di êrîşa mûşekî ya Îsraîlê bo ser bajarê “Heleb”ê de çekdarek hatiye kuştin û 7 çekdarên din jî birîndar bûne, û xisrek zêde ya madî gihiştiye bi balafirxaneyê û karê balafirxaneyê jî sekinandiye.

Ji aliyek dinê ve medyayên Îsraîlê belav kirine ku di êrîşa balafirên şerker yên Îsraîlê de, hêzên girêdayî rejîma Îranê, enbarên çek û teqemeniyên rejîmê û banda balafirxaneya Helebê kirine armanc.

Li derheq vê êrîşê, nûçegihaniyên Sûriyê dane zanîn ku sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê kariye çend mûşekên Îsraîlê li eseman de biteqînin.

Ji meha Adara sala 2011an ve heta niha Ertêşa Îsraîlê bi sedan caran êrîşên esmanî kiriye ser rejîma Sûriyê û Îsraîlê ragihandiye ku armanc ji wan êrîşan pêşîgiritin ji hebûna girûpên girêdayî rejîma Îranê û çalakiyên wan in di vî welatî de.