Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê du kolberên Kurd birîndar kirin

11:44 - 12 Gulan 2023

Li ser sînorên destkir ên Newsûd û Baneyê li Rojhilatê Kurdistanê, 2 kolberên Kurd ên bi navên “Zekeriya Ebdî û Akam Mihemedzade” ji aliyê hêzên çekdar ên rejîma Îranê ve hatine birîndarkirin

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 21ê Banmera 1402 a Rojî, li ser sînorê “Hengejal”ê yê ser bi bajarê Baneyê, hêzên çekdar ên rejîmê bi awayê resterast teqe li kolberekî xelkê bajarê Bokanê yê bi navê “Akam Mihemedzade” yê temen 27 salî kirin û di encamê de navbirî birîndar bûye.

“Akam Mihemedzade” bi sedema teqeya hêzên rejîmê, pêyê wî birîdar bûye û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneyeke bajarê Banê hatiye veguhastin.

Herwisa Kurdpayê daye zanîn, ku kolberekî xelkê bajarê “Selasa Bawecanî” yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê yê bi navê “Zekeriya Ebdî” bi sedema berbûn ji bilindahiyên sînorê Newsûdê ve, bi dijwarî birîndar bûye û bi mebesta çareseriya pizîşkî, bo navendên dermanî hatiye veguhastin.

Her pêka amarên Kurdpayê, di 12 salên derbasbûyî de, aliyê kêm 1956 kolber hatine kuştin û birîndarkirin.