Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran di warê enflasyona kelûpelên xwarinê de yek ji xirabtirîn welat di cîhanê de ye

11:53 - 12 Gulan 2023

Damezraweyeke lêkolîneyî ya girêdayî Wezareta Pîşesazî, Kangeh û Bazirganiya rejîma Îranê, di raporekê de daye zanîn, Îran li rex welatê Zîmbabwê di nav pênc welatên ku enflasyona xwarinê di cîhanê de herî zêde hene, cih girtiye.

Damezraweya Lêkolîna Bazirganî ya girêdayî Wezareta Pîşesazî, Kangeh û Bazirganiyê ya rejîma Îranê, di raporekê de bi manşêta “enflasyona kelûpelên xwarinê û ezmûna siyasedguzariya welatan” ku di malpera wê damezraweyê de hatiye belavkirin, daye zanîn ku Îran çi ji hêla “enflasyona binav” û çi ji hêla “enflasyona rastî” a nirxa kelûpelên xwrinê ve, yek ji xirabtirîn welat di cîhanê de ye.

Pêka wê raporê, Îran di Xakelêweya 1401 heta Xakelêweya 1402 a Rojî de, “binav enflasyon”a %73 ji xwe ve dîtiye û ji wê hêlê ve piştî welatê Lubnan, Zîmbabwê û Arjantînê, xirabtirîn welat di cîhanê de ye.

Her li gor wê raporê, Îran bi “enflasyona rastîn” a %20, piştî Lubnan, Zîmbabwê, Rwanda û Misrê, di rêza pêncemîn a welatê herî xirab ê cîhanê de ye.

Ev amara vê saziya rejîmê di halekê de ye, ku nîgeraniya kêmbûna kelûpelên serekî li Îranê di îsal de heye.

Nirxa hin kelûpelên xwarinê di Îranê de %50 û hin ji wan jî, %100 bilind bûne û wê giraniyê pêsîra xelkê Îranê girtiye û rejîma Îranê jî, bi cihê çareserkirina wê karesata bilindbûn a nirxa kelûpelan, mûçeyê hêzên xwe yên terorîstî di Sûriye û Lubnanê de zêde dike.