Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Serdeştê bi sedema teqeya hêzên rejîma Îranê birîndar bû

12:32 - 12 Gulan 2023

Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê piştî kutana welatiyekî xelkê gundê “Dermanavê” yê ser bi bajarê Serdeştê ku mijûlê xwedîkirina ajelên xwe bûye, teqe li wî kirine û ew welatî birîndar bûye.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 20ê Banemerê, welatiyekî xelkê “Dermanavê” yê ser bi bajarê Seredeştê yê bi navê “Mihemed Ezîzî”, di dema xwedîkirina ajelên xwe de li derdora gundê “Dolebî” yê bajarê Serdeştê, rastî lêdan û kutaneke dijwar ji aliyê hêzên leşkerê yên rejîma Îranê ve tê û piştre hêzên rejîmê teqe li wî welatiyê Kurd dikin ku di encamê de navbirî bi dijwarî birîndar dibe.

Herwisa “Kurpa”yê daye zanîn, hêzên leşkerî yên rejîmê tevî kutan û birîndarkirina wî welatiyê Kurd, dest bi ser ajelên wî de girtine.

“Mihemed Ezîzî”  bi sedema teqeya hêzên rejîmê, 2 gulle bi pê û milê wî kevtine û bi dijwarî birîndar bûye, navbirî bo tedawiya pizîşkî, bo nexzeşxaneyeke bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.