Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandana azadîxwazên Belûç li Belûçistanê bi rê ve çû

17:07 - 12 Gulan 2023

Her wek hemû rojên Înê, vê carê jî xelkê serhildêr ên bajarê “Zahidan”ê piştî nimêja roja Înê, rijyane ser şeqaman û li dijî binyata rejîma Îranê dirûşm dan û Mewlana Ebdulhemîd jî li dijî rejîma Îranê axivî.

Roja Înê 22ê Banemra 1402 a Rojî, hejmareke zêde ji xelkê serhildêr ên bajarê Zahidanê piştî nimêja roja Înê rijyane ser şeqaman û dirûşmên wek “girtiyên siyasî divê bêne azadkirin, neman bo rejîma Komara Îslamî, Besîciyê Spahî, Daişiyê me tu yî, emê toleya xwîna birayên xwe hildin” li dijî binyata rejîma Îranê dan û xwenîşandaneke berfireh lidar xistin

Herwisa di xutbeya nimêja Înê de, Mewlana Ebdulhemîd li derheq rewşa siyasî ya Îranê got: “Di hilbijartinên Îranê de kesên bi wec û bi şiyan nikarin bêne ser kar.

Mewelweî Ebdulhemîd pişnimêjê Mizgevta Mekkî di xutbeya xwe de tevî îşarekirin bi gendelî û serkuta berpirsên rejîmê got: “Welatê cîranê me wate Efxanistan, ji me gelek hejartir e, lê wan karî hitbara diravê xwe yê netewî biparêzin û nehiştin nirxa wê zêdetir dakeve. Ev dibêje, buhabûn, enflasyon û bêkarî zextê li xelkê dike. Di meha Remezanê de me ragihand ku hin malbatan ji bo xwarina parşîvê nan tunebûn bixwen û sifreyên wan vala bûn. Em Her roj şahidê nerazîbûnên mamoste, malnişînkirî û karkeran in”.

Hêjayê gotinê ye ku tevî rewşa ewlehî ya bajarê Zahidanê û rêgiriyên hêzên serkutker ên rejîmê, xelkê serhildêr ên bajarê Zahidanê, xwenîşandana xwe berdewam kirine.