Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Dîwandereyê hêzên rejîma Îranê du welatiyên Kurd binçav kirin

10:46 - 13 Gulan 2023

Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê roja Yekşemî 17ê Banemerê, 2 welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Dîwanderê yên bi navên “Peyman Ehmedî û Menûçêhr Rizayî” binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê bi belavkirina raporekê daye zanîn, ku hêzên ewlehî yên rejîma Îranê li bajarê Dîwanderê, roja Yekşemî 17ê Banemerê 2 welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Dîwanderê yên bi navên “Peyman Ehmedî û Menûçêhr Rizayî”, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine û di dema binçavkirinê de tundûtîjî bi kar anîne.

Heta niha ew welatiyane ji mafê parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe hatine bêparkirin.

Heta belavbûna vê nûçeyê ti zaniyariyek derheq cihê ragirtin, sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan de, li ber dest nîne.