Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê ciwanên nerazî yên binçavkirî ji aliyê hêzên rejîmê ve bi girtîgeh û lêdana qamçiyan hatine cezadan

12:37 - 13 Gulan 2023

Sê welatiyên bajarê Pîranşarê ku di serhildana seranserî de hatibûne binçavkirin, ji aliyê binav navendên dadwerî yên rejîmê ve bi girtîgeh, lêdana qamçî û cezayên nexdî hatine cezadan.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, 3 welatiyên xelkê bajarê Pîranşarê yên bi navên “Mihemed Azerberzîn” yê temen 26 salî û kurê “Ebdulqehar” û “Wefa Resûlîazer” yê temen 22 salî û kurê “Husên” herwisa “Ebdulsemî`i Resûlî” yê temen 22 salî û kurê “Mistefa” ji aliyê taya 102 a Dadgeha Kêyferî bi serokatiya binav Dadwer “Riza Qehrimanî Sa`etlû” bi girtîgeh û lêdana qamçiyan hatine cezadan.

Pêka zanyariyên “Kurdpa”yê, “Mihemed Azerberzîn” 15 meh û rojek girtîhehê û dana 2 miliyon Tumen cezayê nexdî û lêdana 40 derbên qamçiyan bi ser de hatiye sepandin.

Herwisa “Wefa Resûlîazer”, 11 meh û 16 roj girtîgeh û lêdana 40 derbên qamçiyan bi ser de hatiye sepandin, û welatiyê din yê bi navê “Ebdulsemî`i Resûlî” jî, 3 sal û 16 roj girtîgeh û lêdana 40 derbên qamçiyan bi ser de hatiye sepandin.

Ev sê welatiyên Kurd yên bajarê “Pîranşar”ê, tohmetên wek “têkdana aramiya giştî û beşdarîkirin di xwenîşandan û têkdan û şewitandina cihên giştî” û çendîn tohmetên din bi ser wan de hatiye sepandin.

Wefa Resûlîazer 24ê Befranbara 1401 a Rojî, hatibû binçavkirin û bo lêpêçînê bo îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û li 8ê Banemerê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

“Mihemed Azerberzîn” 26ê Sermawezê hatibû binçavkirin, û bo girtîgehên Nexedê û Pîranşarê bona lêpêçînê hatibû veguhastin û niha jî di girtîgeha rejîmê ya bajarê Nexedê de ye.

Herwisa “Ebdulsemî`i Resûlî” li 18ê Rêbendanê hatibû binçavkirin, û piştî bi dawîhatina lêpêçînê ji girtîgeha bajarê Pîranşarê hatibû azadkirin.