Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Azerbaycanê dibêje, 16 sîxûrên rejîma Îranê binçav kirine

11:17 - 2 Gulan 2023

Polîsên Komara Azerbaycanê dibêjin, ku wan di operasiyoneke taybet de, 16 sîxûrên ser bi rejîma Îranê di vî welatî de binçav kirine.

Nûçegihaniya “Apa” ya ser bi welatê Azerbaycanê nivîsiye: “Polîsên Azerbaycanê 16 kes ji endamên navenda Oîl- Siyasî yên ser bi rejîma Îranê girtine ku armanca wan kesan ev bû, ku wan ji bengiyan û kesên xirefatî ji bo armancên xwe mifah wergirtine”.

Li gor nûçeya APAyê, “ev kesane li Azerbeycanê di geşedana tundajoyiya olî û çalakiyên din ên wêranker de dest hebûne û bi firotina madên hişber, madiyata girûpan dabîn kirine”.

Midehek berî niha jî, hevdem digel zêdebûna aloziyên di navbera Tehran û Bakuyê de, welatê Komara Azerbaycanê di berdewamiya girtina torên sîxûrî yên Îranê li vî welatî de, 39 kesên dinê binçav kiribû.