Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Siyaweş Heyatî” bo derbaskirina heyama girtîgehê hate binçavkirin

17:13 - 13 Gulan 2023

Berdevkê Kora Şêwermendî ya Çalakvanên Medenî ya Yarsanan û Sekreterê “Bereya Yekgirtiya Kurd”, “Siyaweş Heyatî”, bo derbaskirina heyama girtîgeha ku bi ser de hatî sepandin, hatiye binçavkirin û bo girtîgeha “Dîzilava” ya rejîmê li bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.

Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê belav kiriye, ku roja Şemî 23ê Banemera 1402 a Rojî, piştî binçavkirina “Siyaweş Heyatî”, li taya 1 a Dadgeha Giştî û û Şoreş a rejîma Îranê li bajarê “Şabad”ê, bo cîbicîkirina yek sal girtîgeha ku bi ser de hatî sepandin, bo girtîgeha “Dîzilava” a rejîmê li bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.

Herwisa “Hengaw”ê daye zanîn, ku berê jî “Siyaweş Heyatî” ji aliyê taya 5 a Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Kirmaşanê, bi tohmeta “çalakiya banghêjî li dijî rejîmê bi rêya hevpeyvîn digel televîzyon û medyayên dijberê rejîmê” bi 1 sal girtîgehê hatibû cezakirin.

Navbirî berê jî, li 9ê Xezelwer û 1ê Rezbera sala 1401 a Rojî jî, bi awayê demkî hatibû binçavkirin û piştî heyamekê hatibû azadkirin.