Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna çalakiyên banghêjî li navçeyên Pîranşehr û Hewşarê

10:05 - 14 Gulan 2023

Endam û alîgirên PDKÎ, li navçeyên Pîranşehr û Hewşarê bi bilindkirina alaya Kurdistanê, axabanû û logoya Hizbê di bilindahiyên wan bajaran de, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Roja Înê 23ê Banemerê, endam û alîgirên Hizba Demokrat, li çiyayê Mayinbilax li devera Hewşarê bi bilindkirina alaya Kurdistan, logoya Hizbê û xabanû wek hêmaya pêşmerge û belavkirina sirûda Ey Reqîb, çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.

Ji aliyek dinê ve, endamên dilsozê û biwêr ên Hizbê li bajarê Pîranşehrê, roja Înê, li “Qelatî Şay”a Pîranşehrê bi bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê, danîna logoya Hizba Demokrat û herwisa belavkirina sirûdên şoreşgêrî di nav xelkê de, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Endamên Hizbê li bajarên Pîranşehr û Hewşarê, bi birêvebirina çalakiyên banghêjî peymana wefadariyê digel Hizba xwe ya hezkirî wate Hizba Demokrat û tev şehîdên wê rêbaza tejî ji serwerî dûbare kirin.