Hunermendê xelkê bajarê Îlamê, “Mihemed Ebaszad”, ku sirûda “Jin Jiyan Azadî” xwendiye û berê jî hatibû binçavkirin, cezayê salek girtîgeh û dana 24 milyon Tumen cezayê nexdî bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama derbasbûyî de “Mihemed Ebaszad”, hunermendê xelkê bajarê Îlamê, ji aliyê taya 1 a Dadgeha Tawanan a rejîmê li Îlamê bi sedema rexnegirtin ji êrîşên kîmyayî bo ser dibistanan di nav torên civakî de, cezayê salek girtîgeh û dana 24 milyon Tumen pereyê nexdî, bi ser de hate sepandin.
Ew hunermendê Kurd di meha Rêbendana 1400 a Rojî de, carek din ji aliyê taya 103 a Dadgeha Tawanan û taya 1 a Dadgeha Şoreş a rejîmê li Îlamê, cezayê 2 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin û paşê ew cezaye ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ve bo 2 sal girtîgeha ragirtî û du sal qedexeya çûna navbirî bo derveyê Îranê û herwisa dana parê nexd hatibû guherîn.
“Mihemed Ebaszade”, piştî tomar û belavkirina sirûda “Jin Jiyan Azadî”, roja Çarşemî 27ê Rezbera 1401 a Rojî, ji aliyê hêzên rejîmê ve di mala xwe de hatibû girtin û paşê, wate roja Çarşemî 11ê Xezelwera heman salê, bi danîna barimteya 800 milyon Tumenî hatibû berdan.