Kes û bikirêgirtiyên rejîma Îranê li bajarê Sinê dîsan êrîşê ser dibistana keçan a “Elîzade” li Naysera Sinê kirin û hejmarek desrxwan hatine jehrîkirin.
Îro roja Yekşemî 24ê Banemerê, kesên ser bi rejîma Îranê êrîşê ser dibistana keçan a “Elîzade” li Naysera Sinê kirin û çendîn keçên dersxwan hatine jehrîkirin û gelek ji wan bo nexweşxaneya Tohîd a Sinê hatine veguhastin û rewşa tendirustiya hin ji wan nebaş hatiye ragihandin.
Piştî êrîşa kîmyayî ya kirêgirtiyên rejîma Îranê li ser dibistana keçan a Naysera Sinê, malbatên wan li ber deriyê dibistanê kom bûn.
Rejîma Îranê ji aliyê bi kirêgirtiyên xwe ve berdewam êrîşê ser dibistanên keçan dike û dixwaze toleya serhildana “Jin Jiyan Azadi”yê bi vî rengî ji wan keçan hilde.