Rejîma Îranê dîsan dest avêtiye bi girtina welatiyên Kurd yên Dêwolanê û di hewleke girtinê de, hêzên serkutkar ên rejîma Îranê, welatiyek din yê xelkê Dêwolanê yê bi navê “Arman Nesîrpûr” girtine.
Pêka nûçeya ku gihîştiye bi Odeya Nûçeyan a Navenda Ragihandina Hizba Demokrat, roja Yekşemî 24ê Banemerê, welatiyek Kurd yê bi navê “Arman Nesîrpûr”, yê 27 salî û kurê Ebdullah û xelkê bajarê Dêwolanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate girtin.
Hatiye zanîn ku ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên serkutkar ve hatiye girtin û ji bo lêpêçînê bo cihek nediyar hatiye veguhastin.
Hêjayê gotinê ye ku “Arman Nesîrî”, di serhildana “Jin Jiyan Azadî” de, bi gulleyên hêzên rejîmê hatibû birîndarkirin.
Hêşta sedemên binçavkirina navbirî bi rohnî nehatiye zanîn.
Rejîma Îranê dixwaze bi girtina bikom a welatiyên Kurd û xistina wan di reşçalên xwe de pêşiya serhildana xelkê bigire, lê hêza polayî ya xelkê Kurdistanê ne bi girtin û ne jî bi darvekirinê nayê sekînandin û dê li dijî herifîna rejîma Komara Îslamî berdewam bin.