Di berdewamiya kar û çalakiyan de bi boneya 12ê Banemerê, salvegera şehîdkirina “Smaîl Şerîfzade” û roja Xwendekarê Kurd, evîndarên rêya azadî û serbestiyê li bajarê Sinê çalakiyeke banghêjî lidar xistin.
Roja Duşemî 11ê Banemera 1402an, endamên Yekîtiya Xwendekarên Demokrat a Kurdistanê û endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi belavkirina tirakt û posterên taybet, yad û bîra şehîd “Smaîl Şerîfzade” û roja Xwendekarên Kurd pîroz kirin.
Cihên ku li bajarê Sinê çalakî tê de hatine lidarxistin, ev in: “Şeqama Çar Bax, banka Millî, şeqama Edeb, Şerîfava, Mizgevta Edeb, Salona Textî, Pîr Mihemed, Gulşen, Girê Behar Mest, 28ê Dey, Kanî Kûzele, Farce û Abasava”.
Şehîd “Smaîl Şerîfzade” û rêhevalên wî di salên 1346-47an de di têkoşîna li dijî desthilatdariya rejîma Paşayetiya Îranê, roleke girîng û bi bandor di tevgera Kurd a Rojhilatê Kurdistanê de lîstin.
Ji ber cih û pêgeha bilind ya şehîd Simayî Şerîfzade, navbirî weke kesayetekî xwendekar di tevgera neteweyî-demokratîk a Kurdistanê de tê naskirin û salvegera şehîdkirina wî weke roja Xwendekarê Kurd hatiye binavkirin.