Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Holendê xwenîşandanek bo piştevanî ji gelê Belûç hate lidarxistin

10:25 - 15 Gulan 2023

Komîteya Piştevanî ji Girtiyên Siyasî û Komîteya Hizbên Çep û Demokrat ên welatê Holendê, kombûnek li derheq piştevanî ji xelkê Belûç û şermizarkirina îdamê di Îranê de lidar xistin.

Roja Şemî 23ê Banemera 1402an a Rojî, li bajarê “Amêstêrdam” yê welatê “Holend”ê kombûnek bo piştevanî ji gelê Belûç û şermezarkirina îdamê di Îranê de, ji aliyê Komîteya Piştevanî ji Girtiyên Siyasî û Komîteya Hizbên Çep û Demokrat ên welatê Holendê û hin rêkxirawên din hate lidarxistin û heyeta PDKÎ jî, di vê kombûnê de beşdar bû.

Heyeta PDKÎ, gotarek li derheq piştevanî ji serhildana netewa Belûç û şermezarkirina meşa îdamê li Îranê pêşkêş kir.

Di beşeke gotara heyeta PDKÎ hatiye ku: “Tevî vê ku netewa Kurd û Belûç di rêza herî pêş ya dijminên Komara Îslamî de ne, bi tundtirîn şêwe hatine tepeserkirin, lê xebata wan herdu netewan niha û bi dirêjahiya temenê Komara Îslamî pêşeng û li ser pêyê xwe bûye.”