Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îsfehanê bo rêgirî ji îdamkirina hevwelatiyan xwenîşandan kirin

11:03 - 15 Gulan 2023

Xelkê Îsfehanê bo rêgirîkirin ji îdamkirina 3 binçavkiriyan li girtîgeha rejîmê li vî bajarî, xwenîşandaneke berfireh lidar xistin û di navbera xwenîşanderan û hêzên rejîmê de şer û pevçûn qewimî.

Xelkê xwenîşander ên bajarê Îsfehanê li demjimêrên dawî yên roja Yekşemî û destpêkiya roja Duşemî 25ê Banemerê, xwenîşandaneke berfireh li ber deriyê girtîgeha “Destgird” a rejîmê li bajarê Îsfehanê lidar xistin û di navbera wan û hêzên hov û serkutker ên rejîma Îranê de şer û pevçûn qewimî.

Xelkê xwenîşander ên Îsfehanê bo rêgirîkirin ji îdamkirina “Mecîd Kazimî, Seîd Yeiqûbî û Salih Mîrhaşimî” ku dadgeha rejîmê bi tohmetên çewt û îtirafên bi zorê, cezay؛ bidarvekirinê bi ser wan de sepandiye, digel malbatên wan binçavkiriyan li ber deriyê girtîgeha “Destgird” a rejîmê kom bûne û li ser şeqaman dirûşama “eger hûn wan bidarvekin emê dê serhildanê bikin” dan û dengê azdîxwaziya xwe bilind kirin û li hember hêzên serkutker ên rejîmê sekinîn.

Pêka girte vîdyoyên belavbûyî, şer û pevçûneke berfireh di navbera xelkê xwenîşander û hêzên serkutker ên rejîmê de qewimiye û hêzên rejîmê gulleyên şer û gaza rondikrêj bikar anîne.