Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwreya Hevahengî ya Sendîkaya Mamosteyan derheq salvegera hin girtiyan daxuyaniyek belav kir

11:34 - 15 Gulan 2023

Şêwreya Hevahengî ya Rêxistinên Sendîkaya Mamosteyên Îranê di daxuyaniyekê de bi boneya salvegera girtina bi dehan mamoste û çalakvanên kedkarî û du mamosteyên Fransî di Îranê de, li hember “çêkirina sînaryo” li dijî çalakvanên sendîkayî huşdarî da.

Şêwreya Hevahengî ya Rêxistinên Sendîkaya Mamosteyên Îranê derheq girtina du mamoste û çalakvanên sendîkayî yên Feransî yên bi navên “Sîsêl Kûhlêr” û hevjîna wî “Jak Parîs” ku di Banemera sala borî de li Îranê hatibûne girtin, daxuyaniyek belav kiriye.

Di daxuyaniya wê şêwreyê de hatiye: “Piştî binçavkirina dehan mamostayan di Banemera sala borî de, dezgehên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê, bi çêkirina senaryoyên dûbare, hewl dan ku çalakiyên mamosteyan bi bernameyên welatên cîhanê re girêbidin û ji wê rêyê ve bi awayekî bêşermane xwenîşander tepeser kirin.

Wê daxuyaniyê berpirsên rejîma Îslamî ya Îranê tawanbar kirine ku “li şûna ku bi xirbiya sîstema perwerdehiyê re mijûl bibin, bi zimanê çewisandin, ji kar dûrxistin, girtin û çêkirina dosyayan derheq neraziya mamosteyan, bersiva wan didin”.

Şêwreya Hevahengî ya Rêxistinên Sendîkaya Mamosteyên Îranê tekezî kirine, ku rêxistinên sendîkayî yên mamosteyan di tevahiya dewrên çalakiyên xwe de nîşan dane ku ser bi ti hereketeke navxwyî û derve nînin û serbixwe ne û tenê li pey guherinkarî di sîstema nexweş a nizama perwerdehiyê de ne.

Şêwreya Rêxistinên Sendîkaya Mamosteyan îşare bi du mamosteyên Feransî yên hatinî girtin kiriye û daye zanîn, ku ew du mamoste bi vîzeya geştyarî û cewaza Wezareta Derve ya Feransê bo Îranê hatibûn, lê piştî hevdîtina eşkere digel mamosteyan û çend çalakvanên kedkarî hatine girtin û salek e di girtîgeha rejîmê de ne.