Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî girûpa çiyager a “Binar”a Avdananê hate girtin

10:15 - 16 Gulan 2023

Endamekî girûpa Çiyagerî ya “Binar” a bajarê Avdananê yê bi navê “Mihemed Danyalî”, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate girtin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, ku roja Yekşemî 24ê Banemerê, “Mihemed Daniyalî” yê xelkê Avdananê li bajarê Dêhloranê hatiye binçavkirin.

Hatiye zanîn ku hêzên rejîma serkutkar bi bê hebûna belgên yasayî ew ciwanê 33 salî girtine û ji bo lêpêçînê bo îdareya Îtilaata Îlamê veguhastine.

Hêjayê gotinê ye ku navbirî ji bo karkirinê çûbû bajarê Dêhloranê û li wir hatiye girtin.

Heta vê gavê ji sedema binçavkirina navbirî ji aliyê hêzên rejîmê ve ti zaniyariyek ber dest nînin.