Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolbereke xelkê Selasa Bawecanî bi teqeya hêzên rejîma Îranê birîndar bû

10:23 - 16 Gulan 2023

Kolberek xelkê bajarê Selasa Bawecanî yê bi navê “Xalid Sidaqet”, bi teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê hate birîndarkirin.

Pêka raoprên ajansên mafê mirovî, di heyama çend rojên borî de, kolberekî Kurd yê bi navê “Xalid Sidaqet” yê xelkê bajarê Selasa Bawecanî, bi teqeya hêzên serkutkar ên rejîma Tehranê bi dijwarî birîndar bûye.

Hêzên rejîmê bi bê agehdarkirina berê û ji mewdayek nêz ve li rêya “Ezgele-Şêx Sile”, ew kolbere dane ber gulleyan.

Di wê bûyerê de pêyê navbirî birîndar bûye û bi mebesta çareseriya pizîşkî ji bo nexweşxaneya Medaîn a Tehranê hatiye veguhastin.

Rewşa wî kolberê Kurd neqenc hatiye ragihandin.

Pêka amarên Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di sala 1401 a Rojî de, 225 kolber hatine kuştin û birîndarkirin ku 29 ji wan hatine kuştin û 196 kolber jî birîndar bûne.