Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Derve ya Berîtaniya: Em mijûlê lêkolînkirinê ne ku Spaha Pasdaran bi terorîst nas bikin

11:16 - 16 Gulan 2023

Wezîrê Derve yê Berîtaniyayê di hevpeyvînekê de ragihandiye ku pêşîgiritin ji destpêragehiştina rejîma Îranê bi çeka navikî bo siyaseta derve ya Berîtaniyayê pêşeng û girîng e.

“Cîmiz Kilorlî” Wezîrê Derve yê Berîtaniyayê, roja Duşemî 25ê Banemerê, di hevpeyvînekê digel “Fox News” de ragihandiye, ku pêşîgirtin ji destpêragehiştina rejîma Îranê bi çeka navikî yek ji giringtirîn û pêşengtirîn siyaseta Wezareta Derve ya Berîtaniya ye û em ji nêz ve digel “Feranse, Almaniya û Netewên Yekgirtî” li ser danîna dorpêçan li dijî Îranê kar dikin û em dizanîn ku bi hevkarî digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bo pêşîgirtin ji Îranê çi karekê bikin.

Herwisa navbirî ragihandiye, ku Netewên Yekgirtî Spaha Pasdaran wekî girûpek terorîst daye nasandin, lê Berîtaniya bi berdewamî lêkolînan dike heta ku baştirîn rê bona sînordarkirina çalakiyên têkderane yên Spaha Pasdaran hilbijêre.

Heta niha civaka siyasî givaşên zêde xistine ser welatê Berîtaniyayê da ku Spaha Pasdaran bi terorîst nas bikin û her di vê derheqê de 125 nûnerên perlemana Berîtaniyayê li dawiya meha Xakelêweya îsal, di nameyekê de ji Serokwezîrê Berîtaniya daxwaz kirin ku Spaha Pasdaran wekî girûpek terorîst bide nasandin.