Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêbihorîna Navnetewî: %70 a tevahiya bidarvekirinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li Îranê ye

11:20 - 16 Gulan 2023

Saziya Lêbihorîna Navnetewî di raporekê de daye zanîn, ku di sala 2022 a Zayînî de, rejîma Îranê %70 a tevahiya bidarvekirinan li devera Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li xwe girtiye.

Saziya Lêbihorîna Navnetewî bi belavkirina raporekê daye zanîn, ku di sala 2022 a de li devera Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê, rêjeya bidarvekirinê zêde bûye û ji 520 haletên bidarvekirinê gihaye 825 haletan ku bi berewird digel sala 2021ê, %59 zêde bûye û ji vê rêjeyê, %70 a tevahiya wan bidarvekirinan di Îranê de bûye.

Herwisa di vê raporê de îşare bi vê rastiyê jî hatiye kirin, ku armanca rejîma Îranê ji bidarvekirina xelkê neteweyên din ên Îranê, tirsandin û serkuta siyasî ye ku beşek ji siyaseta demdirêj û cudatîdanînên sîstematîk a vê rejîmê ye.

Pêka vê raporê di Îranê de rêjeya bidarvekirinan, îsal bi berewird digel sala derbasbûyî %83 zêde bûye û vê saziyê bi tekezî ve ragihgandiye ku bidarvekirin bi tohmetên bê binyat, binpêkirina eşkere ya biryar û yasayên navnetewî yên mafê mirovî ye.

Hêjayê gotinê ye ku rejîma Îranê bo pêrdepoşkirina cinayetên xwe, hejmarek zêde ji xelkê azadîxwaz ên Ereb, Tirk û bi taybet Kurd û Belûç li Îranê bêserûşûn kirine û bi nihênî bidar vekirine an jî li jêr îşkenceyan de kuştine ku li ti amarekê de nehatine tomarkirin.