Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Dad a rejîma Îranê di heyama sê rojan de 14 girtî îdam kiriye

11:25 - 16 Gulan 2023

Sibêdeha roja Şemî heta sibêdeha roja Duşemî 25ê Banemerê, 14 kes di girtîgehên rejîma Îranê de hatine darvekirin.

Pêka rapora saziyên mafê mirovî yên Îranê, Dezgeha Dad a rejîma Îranê di heyama sê rojan de, 14 girtî di girtîgehan de îdam kiriye û sibêdeha roja Duşemî 25ê Banemerê, di girtîgehên Mînab û Bender Ebasê de, 5 kes bi tohmetên cuda hatine darvekirin.

Herwisa roja Duşemî girtiyek din li girtîgeha Fireydûnkinar a rejîmê li Mazenderanê û herwisa roja Yekşemî 24ê Banemerê du kes di bendîxaneya rejîmê ya bajarê Sinê de û roja Şemî 23ê Banemerê jî, 6 kes li bendîxaneya Kirmanê de hatine darvekirin.

Di heyama rojên borî de, cîbicîkirina sizayê darvekirinê di girtîgehên rejîma Îranê de gelek bi lezî ber bi bilindbûnê ve çûye û di vê derheqê de, Saziya Mafê Mirovî ya Hêranayê ragihandiye, ku ji 8ê Banemerê ve heta 19ê Banemerê, zêdetir ji 57 girtî bi tohmetên cur bi cur di girtîgehên rejîmê de hatine darvekirin.

Pêka rapora saziyên mafê mirovî yên Îranê, di heyma 20 rojan de 73 kes ji aliyê Dezgeha Dad a rejîma Tehranê ve hatine bidarvekirin.