Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Viyena paytexta Otrîşê navê “Jîna Emînî” danîne ser şeqameke vî bajarî

13:07 - 16 Gulan 2023

Bajarvaniya bajarê Viyenê ragihandiye ku navê keça Kurd “Jîna Emînî” li ser şeqameke vî bajarî daniye û armanca vê navdanînê jî, nîşandana piştevanîkirin ji serhildana seranserî ya xelkê Îranê ye.
“Marîna Hankê” Endama Partiya Sosyal Demokrat a Otrîşê ku Şêwirmendê Bajarvanê bajarê Viyenê ye, di daxuyaniyeke fermî de ji aliyê bajarvaniya bajarê Viyenê û Partiya Sosyal Demokrat a vî welatî ve, bi armanca piştevanîkirin ji şoreşa “Jîna”yê ragihandiye, ku bo hertim navê keça Kurd “Jîna Emînî” li ser şeqameke vî bajarî daniye.
Piştî kuştina hikûmetî ya keça 22 sale ya Kurd şehîd “Jîna Emînî”, hejmareke zêde ji walatên cîhanê navê “Jîna Emînî” li ser şeqam, navend û avahiyan danîne.
Hêjayê gotinê ye ku li welatên “Biljîk, Feranse û Kanada”yê, navê Jîna Emînî li ser şeqam û avahiyan danîne û bajarvaniya bajarê “Otawa”ya paytexta Kanadayê jî, biryar daye ku navê “Jîna Emînî” li ser beşek ji şeqamên rûberûyê balyozxaneya rejîma Îranê li vî bajarê bê danîn.