Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Azerbaycanê 9 kes bi tawana hewldan bo kodetakirinê binçav kirine ku girêdayê rejîma Îranê ne

17:12 - 16 Gulan 2023

Dezgeha Ewlehiya Komara Azerbaycanê û dadsitaniya vî welatî li daxuyaniyeke hervpar de dane zanîn ku 9 kes ên xelkê Komara Azerbaycanê binçav kirine ku dixwestin bi birêveberiya Îranê li Azerbaycanê, kodetayê bikin.

Roja Sêşemî 26ê Banemerê, Dezgeha Ewlehiya Komara Azerbaycanê û dadsitaniya vî welatî daxuyaniyeke hevpar li derheq binçavkirina 9 kesên xelkê Komara Azerbaycanê belav kirine û ragihandine: “Wan 9 kesan dixwestin bi rêya tundûtîjî, kodetayekê bi birêveberiya Îranê li Azerbaycanê de bi rê ve bibin”.

Herwisa Komara Azerbaycanê belav kiriye ku ew 9 kese xelkê Komara Azerbaycanê ne û hewl dane ku kesayetiyên berçav û payebilind ên Komara Azerbaycanê tereror bikin.

Komara Azerbaycanê li meha Nîsana Îsal de jî, 6 kes bi tawana hewldan bo kodeyakirinê biçav kiribûn û ragihandibûn ku ew 6 kesane girêdayî rejîma Îranê ne û piştre Komara Azerbaycanê 4 kes ji karmendên balyozxaneya rejîma Îranê ji vî welatî derxistibûn.

Rejîma Îranê bo alozkirina deverê û welatên cîran û cîhanê hewlê dide ku bi rêya çêkirina fitneyan û berfirehtirkirina terorê li wan welatan, bikare siyasetên xwe yên li dijî mirovahiyê bi rê ve bibe.