Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamosteyek olî yê Kurd ji bo Dadgeha Mamosteyan a rejîmê li Hemedanê hate gazîkirin

13:18 - 17 Gulan 2023

Mamostayê olî yê Kurd yê bi navê “Madih Keremî”, ji bo Dadgeha Mamosteyan a rejîmê li bajarê Hemedanê hate gazîkirin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê ragihandiye, Mamostayê olî yê Kurd û pêşnimêjê Mizgevta gundê “Hûye” yê ser bi bajarê Sinê, yê bi navê “Madih Keremî”, ji bo Dadgeha Mamosteyan a rejîmê li Hemedanê hatiye banghêjikirin.

Li gor wê banghêjiya ku ji bo mamoste “Madih Keremî” hatiye şandin, divê navbirî roja Yekşemî 31ê Banemerê, di Dadgeha Mamosteyan a rejîmê li Hemedanê de amade be.

Mamoste “Madih Keremî” roja Duşemî 22ê Befranbara 1401 a Rojî jî, di dadgeha rejîmê ya bajarê “Şuwîşe” yê ser bi Sinê de amade bibû û karbidestên dadwerî ji wî mamosteyê Kurd re dabûne zanîn, ku dosyeya wî bi tohmetên “propagende li dijî rejîmê, piştevanîkirin ji xwenîşanderan, têkdana asayişa giştî û xapandina raya giştî” ji bo Dadgeha Mamosteyan a rejîmê li Hemedanê hatiye şandin.