Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piledarekî leşkerî yê rejîma Îranê li Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hate kuştin

13:22 - 17 Gulan 2023

Serwanekî Henga Sînorî ya rejîma Îranê li bajarê Zabolê, ku di encama şer û pevçûn digel kesên nenaskirî de hatibû birîndarkirin, piştî derbbasbûna 2 rojan, li nexwşnaneyê giha bi sizayên xwe.

Piledarekî “Henga Sînorî” ya bajarê Zabolê yê bi navê “Qurbanelî Pîrî” yê xelkê bajarê “Zabol”ê, roja Duşemiyê 24ê Banemerê, li şer û pevçûnekê digel kesên nenaskirî li devera sînorî ya bajarê Zabolê de bi dijwarî birîndar bibû ku piştî derbasbûna 2 rojan, li nexweşxaneyê de giha bi sizayên xwe.

Ragihandinên fermî yên ser bi rejîma Îranê jî, bas ji birîndarbûna wî piledarê “Henga sînorî” kirine ku piştî veguhastin bo navendên dermanî miriye.

Herwisa Fermandehiya Sînorî ya rejîma Îranê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, nûçeya kuştina “Qûrbanelî Pîrî” piştrast kiriye.

Hêjayê gotinê ye ku hêzên rejîma Îranê bi hovanetirîn şêwazê reftarê digel xelkê Kurd û Belûç dikin û her roj li nêzî sînor û deverên din de teqeya rasterast li xelkê dikin û wan dikujin an jî birînar û bi hêcetên çewt binçav dikin.

Heyamek e ku hêzên serkutker ên leşkerî û ewlehî yên rejîma Îranê dikevine ber kerb û kîna xelkê nerazî yê Îranê û têne kuştin.