Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresima bi dawîhatina sala xwandinê li xwandingehên Rojhilat û 2ê Rêbendanê

13:23 - 17 Gulan 2023

Tevî derbasbûna saleke nexweş bo dersxwanên PDKÎ û mûşekbaran dibistana Rojhilat a detspêkî, îsal wekî hemû salekê dersxwanên Hizbê bi serkevtiyane dawî bi sala xwe ya xwandinê anîn.

Roja Duşemî 25ê Banemerê, li dibistana Rojhilat a destpêkî û 2ê Rêbendanê, rêûresmek bona bi dawîhatina sala xwandinê ya derisxwanan hate lidarxistin.

Destpêka rêûresmê mamosta “Nebez Ekrem” Birêveberê Dibistana Rojhilat di peyamekê de tevî îşarekirin bi mûşekbarana binkeyên Hizbê û dibistana Rojhilatê, got: “Di rewşek wiha de ku Komara Îslamî dibistana me mûşekbaran kir, bi hewil û mandîbûna Hizbê û dayîk û bavên dersxwanan û mamosteyên erknas û dilsoz, îsal jî xwandina zarokan bi serkevtiyane bi dawî hat.

Piştire peyama beşa Navenda Komelayetî ya Hizbê ji aliyê “Mehbûbe Îbtikar” Berpirsa beşa Perwerdê ya Navenda Komelayetî ya PDKÎ ve hate pêşkêşkirin û di beşeke peyama wê de tevî bas ji rewşa nebaş a Hizbê û mûşekbarana binke û dibistana Hizbê ji aliyê rejîmê ve got: “Di wê rewşa dijwar û nebaş de bi hewil û têkoşîna Hizb û mamosteyan, zarokên Hizbê karîn bi serkevtinane îsal jî xwandina xwe bi dawî bînin”.

Di beşek din de lewha rêzgirtinê ji aliyê Beşa Perwerdeya Navenda Komelayetî ya Hizbê ve pêşkêşê mamosteyan hate kirin.

Rêûresim bi dana karnameyan bi dersxwanan re bi dawî hat.