Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li çendîn bajarên mezin ên Îranê de xelk rijyane ser çeqaman û li dijî rejîma Îranê dirûşm dan

12:19 - 2 Gulan 2023

Xelkê serhildêr li roja cîhanîya kedkar de li bajarên mezin ên Îranê yên wek Tehran, Îsfehan û Kerecê, rijyane ser şeqaman û li dijî rejîma Îranê dirûşmên wek jin jiyan azadî, bimre dîktator, bimre Xamineyî dan.

Li roja cîhaniya Kedkar, li çendîn bajarên mezin ên Îranê ên werk Tehran, Îsfehan û Kercê de li dijî rejîma Îranê û herwisa bo pîrozkirina roja cîhjaniya kedkar, xelk rijyane ser şeqaman û bi dana dirûşam li dijî rejîma Îranê û piştevanêkirin ji kedkaran û şoreşa “Jîna”yê xwenîşandan kirin.

Li çendîn taxên bajarê Tehranê ên wek Sadiqiye, Setarxan, bajaroka Baqirî, Tehranpars û çend taxên din ên bajarê Tehranê, xelk rijyane ser şeqaman û bi dirûşmêm wek  jin jiyan azadî, bimre Xanimeyî, em rejîma Îranê naxwazin, bimre sitemkar, bijî kedkar, îsal sala xwînê ye Xamineyî sernixûn e, li dijî rejîma Îranê xwenîşandan kirin û li çendîn taxan de bi hilkirina agir şeqam daxistin.

Herwisa li taxa “Benefşe” ya bajarê Kerecê û bi taybet li bajarê “Goherdeşt”a kerecê, xelk rijyane ser şeqaman û bi siloganên wek “Xamineyî yê bê binyat, serhildan berdewam e”, xwenîşandan kirin.

Di bajarê Îsfehanê de jî hejmareke zêde ji ciwanan rijyane ser şeqaman û li çendîn taxên vî bajarî de xwenîşandan kirin û li dijî rejîma Îranê dirûşmên wek “Jin jiyan azadî, bimre rejîma kedkarkuj, bimre Xamineyî, bimre dîktator, sund bi xwîna hevalan heta dawiyê em sekinîne, em hatin û serhildan berdewam e” û çendîn dirûşmên din dan.