Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Almanê xwenîşandanek bo piştevanî ji şoreşa Jînayê hate lidarxistin

15:18 - 17 Gulan 2023

Piştevanîkirina endamên PDKÎ li derveyî welat ji şoreşa Jînayê û gelên serhidayî yên Îranê berdewam e.

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, endam û alîgirên PDKÎ li bajarên weke “Hamborg, Birîmên û Dosîldorf” yên welatê Almanê bo piştevanîkirin ji şoreşa Jînayê û gelên serhildayî yên Îranê û şermezarkirina bidarvekirina azadîxwazên Belûç ji aliyê rejîma Îranê ve, digel çend aliyên din yên Îranî xwenîşandanek lidar xistin.

Di berdewamiya xwenîşandana bajarê “Hamborgê” de peyama PDKÎ ji aliyê “Kurdistan Serkebûd” ve bi zimanê Almanî hate xwandin û piştî xwandina peyamê û dana dirûşman li dijî rejîmê, endamên hizbê li bajarê vî bajarî ber bi balyozxaneya rejîmê ve meşiyan û bi dana dirûşman û xwandina sirûdên şoreşgêrî bêzarî û nerizayetiya xwe li dijî rejîma Îranê dane nîşandan.

Di xwenîşandana bajarê “Dosîldorf”ê de peyama Hizba Demokrat ji ailyê “Kawe Nûrî” ve hate xwandin. Herwisa di xwenîşandana bajarê “Bêrîmen”ê de jî, “Şehiriyar Neqişbendî” peyamek bi zimanê Farsî xwandin û beşdarbûyan bi dana dirûşmên Farsî û Almanî dawî bi xwenîşandanê anîn.