Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Metirsiya birîna milê birîndarekî serhildêr ê şoreşa “Jîna”yê heye

15:24 - 17 Gulan 2023

Pêka rapora Navenda Mafê Mirovî bo Rojhilatê Kurdistanê “Çaw News”ê, “Ramîn Remezanî” yê xelkê bajarê Şinoyê û yek ji serhildêrên birîndarbûyî li şoreşa “Jîna”yê, gefa birîna milê wî heye.

“Ramîn Remezanî” di hevpeyvînekê digel “Çaw News”ê de gotiye: “Piştî vê ku bajarê Şinoyê ji aliyê xelkê nerazî ve bi awayekî giştî û medeniyane bi tevahî mijûl bû bê kontrolkirin, hêzên serkutker bi çekên kilaşînkof û tektîravêjan teqeya rasterast li xwenîşanderan kirin û di cih de 3 welatiyan canê xwe ji dest da û çend kesên din jî, bi dijwarî birîndar bûn”.

Herwisa navbirî gotiye: “Ez yek ji wan birîndarane bûm ku milê min yê çepê bi çeka tektîravêj hatibû birîndarkirin û xwîneke zêde ji min çûbû, lê bi sedema tirsîn ji naskirin û binçavkirinê, min nevêra serdana nexweşxaneyê bikim, lê piştre di meha Rezberê de min serdana nexweşxaneya Mîlad a bajarê Urmiyê kir û bi lezgînî çendîn niştergerî li ser milê min hatine encamdan.

Herwisa “Ramîn Remezanî” gotiye: “Di encama radiyografî û niştergeriyan de derkevt ku bi çeka tektîravêj hatime birîndarkirin û hestiyên enîşka milê min yê çepê hûr bûye, şademar û demarên min ên hestkirinê jî qut bûne û bi niştergeriya “Gras”ê heta niha pêşiya birîna destê min hatiye girtin”.

Serêvara Çarşemî 30ê Xermanana 1401 a Rojî, ew welatiyê temen 34 salî li meşa xwenîşandanên bajarê Şinoyê de ji aliyê tektîravêjên rejîma Îranê ve hatibû birîndarkirin û milê wî yê çepê bi dijwarî birîndar bibû.

Herwisa ew welatiye bas ji metirsiya li ser milê xwe kiriye û gotiye: “Bi sedema şikestina milê min û jihevdûrketina pilatîn û demarên milê min, eger pêrenegihîştina pizîşkiyê û niştergeriyeke din li ser neyê kirin, rengehiya reşbûna hestî û birîna destê min gelek zêde ye”.