Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Pîranşehrê 7 serhildêr bi cezayê giran hatine tohmetbarkirin

09:54 - 18 Gulan 2023

Heft serhildêr Kurd yên xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve bi girtîgeh, cezayê nexdî û derbên qamçiyan hatine tohmetbarkirin.

Pêka nûçeya Ajansa Mafê Mirovî ya Kurdpayê, 7 serhildêrên xelkê bajarê Pîranşehrê yên bi navên “Sîna Deşmîr” yê 20 salî û kurê Kemal, “Ehmed Ebdullahpûr” yê 39 salî û kurê Umer, “Muhsên Qadirî” yê 30 salî û kurê Tahir, “Çiya Şehîd Eqdem” yê 19 salî û kurê Xizir, “Ebdullah Qenberîwend” yê 48 salî û kurê Hesen û herwisa “Mehmûd Qenberîwend” yê 47 salî û kurê Hesen, ji aliyê taya 102 a Dadgeha Keyferiya 2 a rejîmê li Pêranşehrê bi serokayetiya binav Dadwer “Riza Qehrimanî Saetlû”, bi girtîgeh, dana perê nexdî û derbeyên qamçiyan hatine tohmetbarkirin.

Ev 7 kesane tohmetên wek “têkdana asayişa giştî, çêkirina du çekên destsaz û hilgirtina sê lib gulleyên şer û hewrisa çêkirina koktol Molotof”ê bi ser wan de hatiye sepandin.

Ev cezayê hatî sepandin bi ser wan 7 serhildêran de, roja Yekşemî 24ê Banemerê bi wan re hatiye ragihandin.