Di hewlên qirêj yên rejîma Îranê ji bo gazîkirin û xistina tohmetan bi ser mamosteyên olî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, vê carê dîsan Mamoste “Ebdulcebar Lotfî” yê xelkê Sinê ji bo Dadgeha Mamosteyan a rejîmê li Hemedanê hatiye banghêjkirin.
Dadgeha Mamosteyan ya rejîma Îranê li bajarê Hemedanê, banghêjiyek ji bo Mamoste û Pêşnimêjê Mizgevta “Cami`ê Êrşad” a bajarê Sinê şandiye ku divê xwe bi wê dadgeha rejîmê bide nasîn.
Pêka wê banghêjiyê divê ev mamosteyê Kurd roja Çarşemî 3ê Cozerdanê xwe bi Dadgeha Mamosteyan a rejîmê li Hemedanê bide nasîn.
Ev mamosteyê olî yê Kurd, carek din di meha Sermaweza 1401 a Rojî de, bi sedema piştevanîkirina ji serhildana Jin Jiyan Azadî, bo Dadgeha Mamosteyan a rejîmê li Hemedanê hatibû gazîkirin û dadgehê derheq piştevanîkirin ji serhildana Jin Jiyan Azadî lêpêçîn jê kiribû.