Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Nivîskarên Îranê daxwaza sekinandina maşîna serkutê ya rejîma Îranê kirin

10:56 - 18 Gulan 2023

Roja Pêncşemî 28ê Banemerê Navenda Nivîskarên Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê, daxwaz ji navendên parêzer ên azadî û mafê mirovî û navendên din yên li seranserê cihanê kirin ku bi awayekî eşkere dijayetiya xwe li derheq pêla nû ya îdamkirinê di Îranê de rabigehînin û ji tev îmkanatên xwe bona sekinandina maşîna serkutê ya rejîma Îranê bi kar bînin.

Herwisa di vê daxuyaniyê de hatiye, ku hevdem digel serhidana azadîxwazane ya xelkê, maşîna serkutê ya rejîma Îranê dest bi kar bûye û di demek kin de kesên nerazî, çalakvanên siyasî, sendîkayî, medenî û…hwd hatine girtin û bi bê hebûna parêzer bi tohmetên cuda cezayên cuda bi ser wan de hatiye sepandin û bi bê direngî cezayên sepandî jî cî bi cî kirine.

Di beşek din a vê daxuyaniyê de, bas ji sepandina îdamê bi ser girtiyên siyasî û eqîdetî yên bi navên “Sedrullah Fazilî Zar`i” û “Yûsif Mêhrdad” kiriye ku heftiya derbadbûyî hatin îdamkirin û ragihandiye, ev dara ku ev du ciwan pê hatin îdamkirin berê jî canê çendên xwenîşanderên binçavkirî yên weke “Muhsin Şikarî, Mecîdriza Rehnewerd, Mihemed Mêhdî Keremî” û çendîn kesên dinê sitand û çend ciwanên din li girtîgehên cuda weke mînak li girtîgeha Îsfehanê niha di bin îdamê de ne.