Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarên “Mihabad û Pîranşar”ê de çalakiyên banghêjiyê hatine lidarxistin

11:01 - 18 Gulan 2023

Endam û alîgirên Hizba Demokrat li deverên “Mihabad û Pîranşar”ê bi bilindkirina alaya pîroz a  Kurdistanê û belavkirina sirûdên şoreşgerî, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Pêka girte vîdyo û wêneyên ku ji bo tora medyayî ya “Kurd Kanal”ê hatine şandin, endam û alîgirên Hizba Demokrat li gundê “Kolîce” yê ser bi bajarê Mihabadê bi bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê, çalakiyên benghêjî lidar xistin.

Ji aliyek dinê ve, roja Çarşemî 26ê Banemera 1402 a Rojî, endam û alîgirên Hizba Demokrat li bajarê Pîranşarê, bi berlavkirina sirûdên şoreşgerî li ser bilindgoyên Mizgevta “Serînçavê” ya “Lacan”ê, çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.

Herwisa endamên Hizba Dekomrat li Lacana Pîranşarê, bi bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê û danîna axabanû û logoya Hizba Demokrat li “Qelatî Şa û Lendî Şêxan”ê çalakiyên banghêjiyê lidar xistin û soza emegnasiya xwe digel Hizba “Pêşewa, Qasimlo û Şerefkendî” nû kirin.

Hizba Demokrat tevî spasî ji keda wan endam û alîgirên xwe li navxweyê welat, hêviya tendirustî û berdewambûna wan li cîbicîkirina erkên Hizbî û netewî de dixwaze.