Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsiyona Amerîkayê di karûbarê Azadiya olî de daxwaz kiriye ku dosiyenê Îranê bo dadgehên navnetewî bên şandin

12:27 - 2 Gulan 2023

Komîsyona Amerîkayê di karûbarê Azadiya Olî ya Navnetewî de bi weşana raporekê, bas ji rewşa azadiya olî di cîhanê de kiriye û li ser rewşa Îranê daxwaz ji dewleta “Baydin” kiriye ku rejîma Îranê weke welatek metirsîdar bide nasandinin.

Komîsyona Amerîkayê di karûbarê Azadiya Olî ya Navnetewî de bi belavkirina raporek 90 rûpelî li derheq rewşa azadiya olî di cihanê de, bas ji rewşa azadaiya olî di Îranê de kiriye û ragihandiye ku rejîma Îranê yek ji wan 28 welatan e ku divê li derheq rewşa azadiya olî dosiyeya wî welatî bo dadgehên keyferî yên navnetewî bê şandin.

Herwisa vê komîsyonê daxwaz ji dewleta “Baydên” kiriye ku ji ber rewşa azadiya olî ya ku li Îranê de heye wî welatî weke welatek metirsîdar bide nasandin.

Di vê raporê de bas ji şehîdên şoreşa Jînayê û herwisa bawermendên olîn cuda yên weke “Yarsan û Behayî” hatiye kirin ku bi sedema daxwazkirina mafên xwe hatine kuştin, birîndar û binçavkirin.

Rûpela vê raporê bi wêneya “Jîna Emînî” hatiye dîzaynkirin û li kêlega wê navê çendîn girtiyên siyasî û olî yên ku ji aliyê rejîmê ve hatine binçavkirin, nivîsandine.