Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê pêşniyara bernamerêjiya hevpar a leşkerî li hember rejîma Îranê, bi Îsraîlê re daye

12:26 - 18 Gulan 2023

Malpereke Îsraîlê raporek li derheq pêşniyara dewleta Amerîkayê bo bernamerêjiya hevpar a leşkerî li hember rejîma Îranê belav kiriye.

Malpera “Wala News” a Îsraîlê, bi belavkirina raporekê li derheq hevkariya leşkerî di navbera Amerîka û Îsraîlê de, daye zanîn ku Amerîkayê li heyama serdana Wezîrê Berevanî û Serokê Stada Hevpar a Ertêşa Amerîkayê bo Îsraîlê, pêşniyara darêtina bernameya hevpar a leşkerî li hember rejîma Îranê bi Îsraîlê re daye û Îsraîlê jî ew pêşniyar red nekiriye.

Pêka vê raporê, Îsraîlê li derheq vê pêşniyarê daxwaz ji Amerîkayê kiriye ku rohn bike ku dê ew bernamerêjiya hevpar di beşa danûstandin li ser zaniyariyan be an jî, li ser mijarên operasiyonên leşkerî be.

Di vê raporê de hatiye, ku pêka vê pêşniyara Amerîkayê, Îsraîl û Amerîka dê bernameyên xwe li derheq senariyoyên cuda ên derheq çalakiyên rejîma Îranê li Rojhilata Navîn digel hev bas bikin û rêyên rawestan li hember wan gefan gengeşe bikin.

Li destpêka Benemera îsal jî, 44 farmandên Amerîkayê di nameyeke servekirî de daxwaz ji dewleta Co Baydin kiribûn ku bi lezgînî çekên pêşkevtî yên hewce bo rawestan li hember gefên rejîma Îranê bi Îsraîlê re bide û pirsgirêkên digel rejîma Îranê bi rêya dîplomasiyê re nayêne çareserkirin û ew yeka ne dibe û ne jî şêwazekî serast e”.