Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heşt çalakvanên kedkarî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin

19:55 - 18 Gulan 2023

Êvareya roja Çarşemî 27ê Banemerê, 8 çalakvanên kedkarî yên xelkê bajarê Sinê ji aliyê hêzên rejîma Tehranê ve hatine girtin.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, duh roja Çarşemî, 8 çalakvanên kedarî yên bi navên “Hacer Seîdî, Ebdullah Xêyr Abadî, Kemal Kerîmî, Şadiman Ebdî, Hebîbullah Kerîmî, Xebat Mehmûdî, Sîrwan Mehmûdî û Iqbal Pîşkarî”, di mela bavê yek ji şehîdê serhildana Jînayê de hatine girtin.

Hatiye zanîn ku, ew 8 çalakvanên kedkarî yên xelkê Sinê ji bo bilindragirtina yad û bîra şehîd “Hûmen Ebdulahî” ji şehîdê serhgildana Jin Jiyan Azadî, çûbûne mala bavê wî ku hêzên ewlehî yên rejîmê bi bê hebûna belgên yasayî êrîşê ser mala bavê şehîd Hûmen kirine û bi awayekî hovane û lêdanê ew 8 kesane girtine.

Hêjayê gotinê ye ku ew 8 çalakvanên kedkarî ji bo lêpêçînê ji bo îdareya Îtilaata rejîmê li Sinê hatine veguhastin.

“Kurdpa”yê ragihandiye, ku bavê şehîd “Hûmen Ebdullahî” jî, ji alliyê hêzên rejîmê ve rastî lêdan û kutanê hatiye.

Hûmen Ebdullahî, yek ji şehîdên serhildana Jin Jiyan Azadiyê ye, ku êvareya Çarşemî 16ê Sermaweza 1401 a Rojî, bi gulleyên hêzên serkutkar ên rejîma Îranê hate şehîdkirin.