Gelek kesên payebilind û navendên cîhanê li hember bidarvekirina sê serhildêrên Îsfehanê yên bi navên “Salih Mîrhaşimî, Mecîd Kazimî Şêxşebanî û Seîd Yeiqûbî” ji aliyê rejîma Îranê ve bertekên tund nîşan dan.
Yekîtiya Ewropayê bi weşana daxuyaniyekê îdama wan sê serhildêrane ji aliyê rejîmê ve şermezar kir û cezayê îdamê bi “cezayek zalimane û dije mirovî” binav kir û daye zanîn, divê rêz ji bo kirameta mirovan bê girtin.
Sekreterê Rêkxirawa Lêborîna Navnetewî, “Êknêsê Kalamar”, tevî nîşandana hevxemî digel malbata wan sê serhildêrên îdamkirî di girtîgeha rejîmê de, Komara Îslamî bê wîjdan daye zanîn û li ser hesaba xwe ya Twîterê nivîsiye: “Komara Îslamî ji cezayê bidarvekirinê ji bo çêkirina tirs û serkuta dijberên xwe bikar tîne”.
Hin parlemanatarên Almanê jî bertek nîşan dane û di vê derheqê de “Hana Niyûmen” Nûnera Almanê di Yekîtiya Ewropayê de, bi weşana çend twîtan nivîsiye: “Rejîma Îranê xelkê xwe dikuje, tirsê dixe nav deverê, çendîn ton cebilxane ji bo Rûsiyê dişîne, bombeya navkî çê dike û gefek e ji bo cîhanê”.
“Hana Niyûmen” di twîtek din de nivîsî: “Di her 6 demjimêran de kesek li Îranê tê îdamkirin û 9 îdamkirî di meha Gulanê de, her hejmarek, mirovek, zarokek û dostek e. heta eger rojekê Îran jî azad bibe ew kesane êdî sax nabin”.
“Yî Wan Rî” Nûnera Parlemana Almanê jî nivîsiye: “Wan ev kare wate îdam encam dan. Sê bêtawanên din jî kuştin. Rejîma Îranê car din îsbat kir ku bilî rejîmek terorîst, tiştek din nîne”.
“Hîlil Nûyer”, Serokê Birêveberê Çavdêriya Mafê Mirovî ya Saziya Netewên Yekgirtî di Twîtekê de nivîsî: “Serokê Korra Civakiya Şêwereya Mafê Mirovî ya Saziya Navnetewî sê xwenîşander îdam kir”.
“Têyû Frankên”, Nûnerê Parlemana Biljîkê jî, li ser hesaba xwe ya Twîterê nivîsî: “Sê ciwan ji aliyê rejîma zilmker a Ayetûllahan ve di Îranê de hatine darvekirin û tawana wan tenê nerizayetî ji bo azadiyê bû”.
Navbirî rejîma Îranê bi gefek mezin bo ser “Rojhilata Navîn, Rojava û aştiya cîhanê” daye zanîn.
Ew sê serhildêrane duh roja Înê 28ê Banemerê, li girtîgeha rejîmê ya Îsfehanê de hatine bidarvekirin.