Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî rejîma Îranê xwenîşandan lidar xistin

11:32 - 20 Gulan 2023

Li bajarên Mihabadê li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên “Tehran, Îsfehan, Meşhed, Kerec, Bender Ebas û çend bajarê din” ên Îranê, xelk rijyane ser şeqaman û li dijî rejîma Îranê dirûşm dan û hêzên rejîmê teqe li xwenîşanderan kirine.

Serêvara roja Înê 29ê Banemerê, xelkê bajarê Mihabadê li dijî rejîma Îranê û bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember menca bidarvekirinan li Îranê û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê û herwisa bidarvekirina sê serhildêrnê Îsfehanê yên bi navên “Seîd Yeiqûbî, Mecîd Kazimî û Salih Mirhaşimî”, rijyane ser şeqaman li dijî rejîma Îranê dirûşmên wek “bimre Xamineyî û jin jiyan azadî” dan û li ser şeqaman agir hil kirin.

Li çendîn taxên bajarên “ Îsfehan, Tehran, Kerec, Bender Ebas, Zahidan, Meşhed û Melayir”ê de jî, xelk li demjimên şevê bi rêjeyeke zêde rijyane ser şeqaman û nerizayetiya xwe li derheq bidarvekirinan nîşan dan û daxwaza sekinandina menca wan bidarvekirinan kirine û li dijî rejîma Îranê dirûşmên wek “bimre Xamineyî, bimre diktaror, jin jiyan azadî” dan.

Hezên rejîma Îranê li berteka wan xwenîşandana medenî de tevî bikaranîna gaza rondikrêj û kutana xwenîşanderan, li ber deriyê girtîgeha “Qizilhisar” a rejîmê li bajarê Kerecê, teqe li xwenîşanderan kirin û hejmarek zêde ji xelkê xwenîşander bi taybet malbatên binçavkiriyên bidarvekirî ku piraniya wan jin bûn, bi gulleyên saçmeyî birîndar kirin.