Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd bi sedema kevtin ji bilindahiya “Tete”yê ve birîndar bû

11:37 - 20 Gulan 2023

Roja Pêncşemî 28ê Banemerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Hebîb Mihemedî”, xelkê bajarê “Merîwan”ê bi sedema kevtin ji bilindahiya “Tete”ya Hewramanê ve birîndar bû.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ev kolberê Kurd di dema revîn ji destê hêzên leşkerî yên rejîmê ve rastî wê bûyerê hatiye.

Her di vê derheqê de, roja Pêncşemî, 28ê Banemerê, kolberek din yê bi navê “Faroq Ezîzî” yê temen 42 salî û xelkê gundê “Derbike” yê girêdayî bajarê “Pîranşar”ê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîmê li sînorî vî bajarî birîndar bû.

Ew kolbere bi sedema teqeya rasterast û berketina gulle, zikê wî bi dijwarî birîndar bûye û li nexweşxaneya “Aştî” ya bajarê “Soran” li Herêma Kurdistanê niştergerî bo hatiye encamdan.