Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyman nûkirin digel rêbaza şehîdên Kesk li Merîwanê

11:38 - 20 Gulan 2023

Komek ji endamên Encumena Sewzî Çiya ya Merîwanê û herwisa beşek ji xelkê vî bajarî, li 24emîn slavegera damezrandina Encumena Sewzî Çiya ya Merîwanê, serdana tirba şehîdên Kesk li vî bajarî kirin.

Pêka rapora Encumena Sewzî Çiya ya Merîwanê, roja Pêncşemî rêkevta 28ê Banemerê, komek ji endamên wê encumenê û herwisa beşek ji jîngehparêz û xelkê Merîwanê, di 24emîn salvegera damezrandina Encumena Sewzî Çiya de, serdana tirba şehîdên Kesk li vî bajarî kirin.

Endamên Encumena Sewzî Çiya ya Merîwanê û xelkê Merîwanê, bi amadebûn li ser tirba şehîdên Kesk, şehîd Şerîf Bacwer û Umîd Konepoş, tevî bilindragirtina yada wan şehîdan, di salvegera damezrandina Encumena Sewzî Çiya ya Merîwanê de, li ser berdewamkirina rêbaza “Hizra Kesk”, tekezî kirin.

Encumena Sewzî Çiya ya Merîwanê di çarçêveya rêkxistineke xelkî de, sala 1387 a Rojî, li Merîwanê hate avakirin û di warê jîngehê de çalak e û bi ferhengkirina jîngehparêzî li Kurdistanê bi giştî û Merîwanî bi taybet, roleke sereke lîstiye û salane dehan çalakiyên jîngehî yên cuda bi rê ve dibe.