Îdareya Îtilaat a rejîmê li bajarê Sinê, piştî banghêjkirina çalakvanekî kedkariyê, ew binçav kiriye û heta niha qedera wî çalakvanê kedkariyê rohn nîne.
Roja Pêncşemî 28ê Banemerê, îdareya Îtilaata rejîmê li bjarê Sinê, çalakvanê kedkariyê “Burhan Seîdî” bo wê îdareyê banghêj kiribû û piştre navbirî ji aliyê wan ve hate binçavkirin û heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wî çalakvanê kedkarî de, ti zaiyariyeke serast li berdest nîne.
Pêka Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, roja Çarşemî 27ê Banemerê jî, çalakvanên kedkar î yên bi navên “Hacer Seîdî, Endullah Xêrabadî, Kemal Kerîmî, Şadiman Ebdî, Hebîbullah Kerîmî, Xebat Mehmûdî, Sîrwan Mehmûdî û Îqbal Pîşkar” ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibûne binçavkirin.
Hêjayê gotinê ye ku ew kesane bi armanca bilindragirtina yada “Hûmen Ebdî” ku yek ji şehîdên şoreşa “Jîna”yê ye, serdana malbata wî kirbûn ku hêzên hov ên rejîmê bê hebûna belgeyên yasayî êrîş kiribûne ser wê malbatê û ew çalakvanên kedkarî bi zorê û reftarên tundûtîj binçav kirbûn.
Rejîma Îranê bi binçavkirina çalakvanên kedkarî, jingehparêzî, medenî, siyasî û yên din li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, tevî ku dixwaze tirs û samekê di nav xelkê de çê bike û tolê ji serhildêrên şoreşa “Jîna”yê hilde, bi hizra xwe ya çewt dixwaze dengê azadîxwaziya xelkê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bifetisîne.