Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê îdama sê girtî li girtîgeha Qizilhisar ya rejîmê li bajarê Kerecê hate cîbicîkirin

11:52 - 20 Gulan 2023

Sê girtî li girtîgeha Qizilhisar ya rejîmê li bajarê Kerecê ku bi tohmetên pêwendîdar bi madeyên hişber hatibûne binçavkirin hatin îdamkirin.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, sipêdeha roja Şemî 30 Banemerê, cezayê bidarvekirina sê welatiyên xelkê “Koyeşt” yê girêdayî parêzgeha “Luristan”ê yên bi navên “Seîd Girawend, Şehab Mensûrîneseb Girawend û Semed Girawend” li girtîgeha “Qizilhisar” ya rejîmê li bajarê “Kerec”ê hate cîbicîkirin.

Ev sê girtî berê bi tohmetên pêwendîdar bi madeyên hişber hatibûne binçavkirin û bi îdamê hatibûne cezadan.

Şeva derbasbûyî malbata her 3ê girtiyan li ber deriyê girtîgehê kom bûn da ku pêşiya bidarvekirina kurên xwe bigirin, lê hêzên rejîmê bi gazên rundikrêj û guleyên saçimeyî li hember xelkê derkevtin û nêzî 10 kes ji wan birîndar bûn.

Ev 3ê welatî heyama 4 salane ku di girtîgehê de ne.

Yek sal berî niha carek din ev 3ê girtiyane bona cîbicîkirina cezayê sepandî bo odeyên takekesî hatibûne veguhastin, lê malbatên wan li hember deriyê girtîgehê kombibûn û rê nedan.

Ji aliyek dinê ve hevdem digel wan îdaman, hevwelatiyekî Belûç jî li girtîgeha navendî ya rejîmê li bajarê “Zahidan”ê yê bi navê “Asif Şebexş” yê temen 30 salî û xelkê bajarê “Zahidan”ê bi tawana kuştina bi zanebûn hate bidarvekirin.