Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî welatparêz li geliyê Qasimloyê koça dawiyê kir

12:34 - 2 Gulan 2023

Hecî “Zêro Pîrotî”, kesayetiyekî naskirî û nîştimanperwer yê xelkê gundê Qasimloyê bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî Hecî “Zêro Pîrotî” kesayetiyek naskirî û nîştimanperwer yê gundê Qasimlo li devera geliyê Qasimloyê bû û di nav xelkê de pêgehek bilind hebû.

Mala Xwedêjêrazî Hecî “Zêro”, li gundê “Dostek” û “Qasimlo”yê hertim cihê bêhnwedana pêşmergeyan bû.

Herwisa kurekî Hecê “Zêro” yê bi navê “Cehangîr Pîrotî” jî kevtibû ber teqeya caş û bikirêgirtiyên rejîma Îranê û hatibû şehîdkirin.

Termê Hecî “Zêro Pîrotî”, di nav girseya wî de bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên Hecî “Zêro” û xwe bi hevparê xema wan dizane.