Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvanekî din yê kedkarî li bajarê Sinê, ji aliyê rejîma ve hate binçavkirin

17:13 - 20 Gulan 2023

Çalakvanekî din yê kedkarî li bajarê Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve li bajarê Sinê hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, çalakvanê kedkarî yê bi navê “Iqbal Şeibanî” yê xelkê bajarê Sinê, roja Înê 29ê Banemerê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

“Îqbal Şeibanî” sala 1397 a Rojî, dîsan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin û piştre bi danîna barimteyê hatibû azadkirin û herwisa navbirî li sala 1398 a Rojî de jî, ji aliyê taya 1 a dadgeha rejîmê li bajarê Sinê bi serokatiya binav dadwer “Seîdî” cezayê salek girtîgeha ragirtî bo heyama 3 salan bi ser de hatibû sepandin.

Pêka Amara Ajansa Nûşegihaniya "Kurdpa"yê, di heyama wan rojan de heta vê gavê 10 çalakvanên kedkarî ji aliyê hêzên rejîmê ve li bajarê Sinê hatine girtin.