Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Duyemîn şeva xwenîşandana xelkê li dijî rejîma Îranê

10:47 - 21 Gulan 2023

Duh şev 30ê Banemerê, serhildêran li bajarên Tehran, Meşhed, Gurgan û Avdananê li dijî pêla îdamkirina hevwelatiyan ji aliyê rejîma Îranê ve xwenîşandan kirin û li dijî rejîma Îranê dirûşm dan.

Duh şev aliyê kêm li çar taxên Tehranpars, Ikbatan, Setraxan û Ariyanşehr li Tehranê serhildêran li dijî darvekirina hevwelatiyan ji aliyê rejîma Îranê ve û li dijî herifîna rejîmê rijiyane ser şeqaman û dirûşmên dijî rejîmê dan.

Li Meşhed û Gurganê jî, xwenîşanderan li ser şeqaman dirûşmên wek “qatilê her Îraniyekê, hikûmeta Îslamî ye, mirin bo Xamineyî û dîktator” dan.

Li Avdanana Îlamê jî, azadîxwazan li ser şeqaman agir hil kirin û li dijî rejîmê dirûşm dan.

Şeva Înê jî, li gelek bajarên Îran û Kurdistanê xelkê azadîxwaz li hember îdamkirina sê xwenîşanderên Îsfehanê yên bi navên “Mecîd Kazimî, Salih Mîrhaşimî û Seîd Yeiqûbî, rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê xwenîşandan kirin.

Ew sê xwenîşanderên Îsfehanê sibêdeha roja Înê 29ê Banemerê, li girtîgeha rejîmê ya li Îsfehanê hatine darvekirin.