Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeş kes ji hêzên rejîma Îranê li Serawana Belûçistanê hatine kuştin û birîndarkirin

11:14 - 21 Gulan 2023

Li devera sînorî ya bajarê Serawana Belûçistanê, 6 çekdarên rejîma Îranê li şer û pevçûnekê de digel hêzên “Cêyş El-edil”ê, hatine kuştin.

Hêzên “Cêyş El-edil”ê” êrîşê ser binkeyeke hêzên rejîma Îranê ya “Mek Sûxtê” li bajarê Serwana Sîstan û Belûçistanê kirin û di encamê de, 6 kes ji hêzên sînorî yên rejîma Îranê hatine kuştin û piledarekî din jî birîndar bûye; Nûçegihaniya “Mîzan” a ser bi Dezgeha Dad a rejîma Îranê, ew êrîşe ji aliyê “Cêyş El- edil”ê ve girêdaye.

Heta vê gavê girûpa “Ceyş El-edl”ê ew êrîşa nekêşaye situyê xwe.

Pêka raporên nûçegihaniyên ser bi rejîma Îranê, 3 kes ji piledarên rejîmê ên bi pileya “gurûhban yekem” ên bi navên “Xenî Tedbîr, Hesen Badamekî, Riza Burcî” û 3 serbaz yên bi navên “Mihemed Cemalzade, Yûnis Sêyfînijad û Nasir Hemîdîdêj” hatine kuştin û piledarekî din ê bi pileya “ustuwar yekem” ê bi navê “Kêyxah Cewan” jî birîndar bûye.