Bereya Yekgirtî ya Kurd li derheq bidarvekirina kesên binçavkirî li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Sipêdeha roja Înê 29ê Banemerê, Dezgaha Dadwerî ya Îranê sê ciwanên Îsfehanê, di demekê de ku ev sê kes bi dehan caran ragihandibûn ku di bin îşkencê de îtirafên bi zorê ji wan hatiye wergirtin, bidar vekir.
Ev karê Komara Îslamî, sedema sereke ye bo bêbaweriya xelkê bi desthilatê û herwisa sepandina cezayê îdamê li dadgehên nedadperwerane de, û azar û îşkencekirina binçavkiriyan bo wergirtina îtirafên bi zorê vê rastiyê îsbat dike ku desthilat bi wan karên xwe dixwaze dawiyê bi nerizayetiyan bîne û ji gelên nerazî yên Îranê ditirse.
Bereya Yekgirtî ya Kurd tevî şermizarkirina bidarvekirinan ji aliyê rejîmê ve, nerizayetiya xwe li derheq meşa nedadperwerane ya dezgeha dadwerî ya rejîmê nîşan didin û xwe bi hevxemê malbatên wan qurbaniyan dizane.
Rejîma Îranê bi zora serkur, îşkence û îdamkirinê nikare rê ji gihîştina gelên Îranê bi maf û azadiyên wan bigire û bi dirêjedan bi bidarvekirina ciwanên Îranê tenê kerib û kîna xelkê Îranê zêdetir dike û dibe sedema herifîna vê desthilatê.
Di dawiyê de, em bi eşkere daxwazê ji desthilatê dikin ku di demên dawî yên desthilatê de, dest ji serkut û sepandina cezayê nemirovane yê îdamê hilgire, îzna diyarîkirina mafê çarenivîsa gelên Îranê bide û mafê netewên bindest yên Îranê bi fermî nas bike.