Mamosteyekî olî yê xelkê bajarê Banê piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve qedera wî nexuya ye.
Pêka rapora Saziya mafê mirovî ya “Hengawê”, roja Çarşemî 27ê Banemerê, mamoste “Emîn Emînî” pêşnimêjê Mizgevta gundê “Zerwara Serê” yê girêdayî bajarê “Banê” ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin.
“Hengaw”ê ragihandiye, ku ev mamosteyê Kurd di vê rojê de digel hevjîn û zarokên xwe li rêya bajarê Banê bo gundê xwe “Zerwara Serê” ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin.
Hêjayê gotinê ye ku piştî binçavkirina navbirî û veguhastina wî bo cihek nexuya heta niha qedera wî nexuya ye.
Heta dema belavbûna vê nûçeye ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin û tohmetên sepandî li dijî mamoste “Emîn Emînî” li ber dest nîne û hewl û lipeyketina malbata wî bona agehdarbûn ji qedera navbirî bê encam bûye.